HDP’ê nêzî 20% ya dengên xwe kêm kirine

HDP’ê nêzî 20% ya dengên xwe kêm kirine

Partîya Demokratîka Gelan ku di hilbijartina vê carê ya Tirkiyê de li ser navê Partîya Çepên Kesk tevlî bû, bi tenê 56 kursî bi dest xistine di demekî de ku di hilbijartina rabûrî de 67 kursî bi dest xistibûn.

Paş ragihandina encamên nefermî yên hilbijartinên parlamento û serokomarîya Tirkiyê ku duh roja yekşemî 14/5/2023 li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi rêve çûn, eşkere bû ku Partîya Demokratîka Gelan HDP’e ku xwe bi nûnera kurdên bakur dide naskirin, dengên xwe bi rêjeya nêzî 20% wenda kirine.

Di hilbijartina vê carê de Partîya Çepên Kesk “HDP’ê”, 8.8% ya dengan bi dest xistin ku dibine 61 kursî li gur encamên nefermî. Di nava vê tifaqê de HDP’ê 56 kursî bi dest xistine.

Lê belê di hilbijartina rabûrî ya 2018an de HDP bi tenê tevlî hilbijartinê bû û li wê demê 67 kursî û rêjeya 11.7% ya dengan bi dest xistibûn.

HDP’ê di hilbijartina sala 2018’an de 5 milyon 867 hezar û 302 deng bi dest xistibûn ku bi vê yekê 67 wekîl şandin parlamentoyê, ango 11.7% ji sercemê dengderên Tirkiyê ku bi qasî  59.354.840 dengdêran bûn.

Lêbelê di hilbijartina vê carê 2023’an de, Partîya Çepên Kesk, 4 milyon û 730 hezar û 783 deng anku 61 wekîl şandin parlamentoyê, ango 8.8 % ji sercemê dengderên Tirkiyê ku bi qasî 64.190.651 dengdêran bûn. ji van hejmaran eşkere dibe ku HDP’ê 11 kursiyên xwe yên parlementoyê û her wiha nêzî 20% a dengên xwe wenda kirine, ev yêk hemwexta zêdebûna hejmara dengdêran bi pêtrî 4 milyon dengdêrên nû tê.

Pustên heman beş