Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî, li rojên rabûrî ferman da ku deriyê Sêmalka li wî şanda ENKS’ê bê girtin yê ku dixwest ji rojava beşdarî merasîma vekirina mozexana Barzaniyê nemir bibe.
Li roja pêncişemî a rabûrî 11/5/2023’an bi amadebûna bi sedan serkirde û rêberên hêz û partiyên siyasî li ser asta Îraqê û Kurdistanê û Konsul û balyozên wilatan û nûnera Netewên Yekbûyî mozexana general û rêberê gelê kurd Mela Mistefa Barzanî li Barzan hat vekirin.
Şanda ENKS’ê jî hatbû vexwendin, lê belê Mezlûm Ebdî ferman da ku pêşî li şanda ENKS’ê bê girtin û nehiştin ji deriyê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin ku Mezlûm Ebdî bi fermana rasterast ya Cemîl Bayîk rêberê PKK’ê pêşî li şanda ENKS’ê girt û bi rîya Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka girtin.
Piştre Rêveberiya Xweser ji bo ku vê yekê veşêre daxuyanî da û PDK’e bi girtina deriyê sûçbar kir.
Xuyaye ku PKK’e ne tenê bi rêbaza Barzaniyê nemir hêrs dibe, lê belê dema qala fikra Barzanî ya netewî û pabendbûna wî ya bi mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê tê kirin, ev yêk dibe sedema serêşîyek giran ji boy PKK’ê.
PKK’e û dûvelankên wê ne bi tenê dema bas li rêbaza Barzanî tê kirin hêrs dibin, belku bi dîtna kinc û kelupelên wî yên taybet yên weke çek û sol û hwd jî pêtir ji dujminên Kurd û Kurdistanê hêrs dibin, loma li dijî her tiştekî girêdayî Barzanî û rêbaza wî ya pîroz disekinin.