Derbarê girtina deriyê Pêşxabûrê de daxuyaniyek hat belavkirin

Derbarê girtina deriyê Pêşxabûrê de daxuyaniyek hat belavkirin

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê li ser girtina derwazeyê ragihand: “Êdî derfet ji bo xweveşartina ji rastiyan bo PYD û îdareya wê tune, ku her dem kar li ser xuliqandina qeyranan dike û bi berdewamî jî gelê me yê li Kurdistana Sûriyê baca wê dide.”

Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê ragihand: “Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr Sêmalka bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin û Herêma Kurdistanê çendîn car tekezî li ser girîngiya wê yekê kiriye ku derî vekirî bimîne ji bo xizmetguzariyên mirovî.”

Hat eşkerekirin: “Heta niha sê rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo vî deriyê sînorî hatine kirin û birgeyeke taybet ji bo îdarekirina deriyê sînorî bi hevbeşî heye, lê belê PYDê her dem rêkeftin binpê kirine û di siyaseta serkutkariyê de berdewam bûye.”

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê da zanîn: “Karê li derî, bo warên din jî hatiye berfirehkirin ku bêyî vê derî, bi hezaran koçber û birayên me yên Kurd û Erebên Sûrî yên li herêmê û derveyî wê niştecih bûne, nikarin biçin serdana malbatên xwe li Kurdistana Sûriyê bikin. lê Yekîtiya Demokratîk her tim pirsgirêk û astengî li pêşiya karê derbazbûnê derdixe.“

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “PYD dizane ku xwestiye bi rêya vê derwazeyê û sînoran ve, çek û teqemenî veguhezîne nav Herêma Kurdistanê, da ku rewşa ewlehiyê xera bike, derbarê vê mijarê de zanyariyên hevpeymanên me yên di Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de jî hene.”

Destnîşan kir jî, “Nêzîkî salekê ye PYDê rê nade kadro, serkirde û kesên nêzîkî Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Eniya Aştî û Azadiyê derbasî Kurdistanê bibin û hepsa malê li ser wan ferz kirine û rê nade ku ew bi rêya derî derkevin, di demekê ku ew rê dide hemû kesên xerîb bi azadî derbas bibin. Berûvajî vê yekê jî, PYDê bi van kiryaran, dijberiya hemû partiyan dike, ev tevger jî di dîroka Sûriyê bêmînak in ku tevahiya gel di bin hepsa malê de bijîn. Her wiha siyasetên diktatorî yên PYDê ji revandin, kuştin, zîndankirin û îşkencekirina çalakvanên Kurd û her kesê xwedî nêrîneke siyasî ya cuda ye, di bîra her kesî de.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Xweragirtina me li hember PYDê, heta niha ji bo gelê Kurdistanê yê li Sûriyê bû, lê belê dawiya dawî ev wisa li me dike ku em pêwendiyan di ber çavan re derbas bikin, mafê gel jî heye ku vê yekê qebûl neke, divê PYD dest ji dirûşmên xwe yên sexte berde, çimkî êdî kes bi wan bawer nake.”

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê dibêje: “Ji ber vê yekê, em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin, ku em nikarin bibin temaşevanê zilm, dîktatorî û tevgerên PYDê ên nekurdane û nemirovane û em di vê yekê jî nebin şirîkê wan. Divê ev derî di xizmeta hemûyan de, ne tenê ya partiyekê û divê dûrî destêwerdana siyasî be, bi awayekî piraktîkî û realîst, ne tenê bi sloganan.”

Pustên heman beş