Tirkiyê navendeka PKK’ê li Şingalê bombebaran kir

Tirkiyê navendeka PKK’ê li Şingalê bombebaran kir

Tirkiyê baregeha PKK’ê li Şingalê bombebaran kir û di encamê de çend kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor agahiyan, îro sêşemê piştî nîvro firokeyeke bê firokevana tirkiyê navendeke PKK’ê li navçeya Xanesûrê ya Şingalê bombebaran kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şingalê eşkere kirin, di encama bombebarana balafirên şerên Tirkiyê de kuştî û brîndar hene.

Wezareta berevaniya tirkiyê heta niha derbarê bombebaranê de daxuyaniyeke fermî nedaye.

Pustên heman beş