Berpirsa Darayî ya YPGê li Kobanê di operasyoneke MÎTê hat kuştin

Berpirsa Darayî ya YPGê li Kobanê di operasyoneke MÎTê hat kuştin

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, Berpirsa Darayî ya YPGê li Kobanê Tuba Karakoç “Zîn Kobanê/Cûdî Egîd/Sorxwîn” di operasyoneke MÎTê hat kuştin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, Berpirsa Darayî ya YPGê Tuba Karakoç “Zîn Kobanê/Cûdî Egîd/Sorxwîn” di operasyoneke MÎTê li nahiya Sirrînê ya li başûrê Kobanê hatiye kuştin.

Li gorî hatiye belavkirin, Tuba Karakoça di sala 2013an da tevlî PKKê bûye û li gelek qadên Tirkiye, Iraq û Sûriyê di xebatên rêxistinê de cih girtiye.

Ji aliyê xwe ve, Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) belav kiribû, şervana YPJê Cûdî Egîd (Tuba Karakoç) roja 11ê Gulanê di êrişa asmanî ya Tirkiyê de li gundê Çelebiyê yê Kobanê canê xwe ji dest daye.

Diyar kir jî, Cûdî Egîd (Tugba Karakoç) sala 1995an li Diyarbekirê jidayik bûye.

Pustên heman beş