Îranê 7 Kurd bi 15 sal zîndan û lêdana 160 qamçiyan ceza kirin

kurd-iran-rojhilat

Heft welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber beşdariya di xwepêşandanên sala bihorî yên piştî bûyera canjidestdana Jîna Emînî de cezayê girtîgehê û lêdana qamçiyan li wan hat birîn.

Li gor çavkaniyên navxwe yên Rojhilatê Kurdistanê, ew heft welatiyên Kurd xelkê bajarê Pîranşarê li parêzgeha Urmiyê ne û di xwepêşandanên sala bihorî de hatine girtin.

Li gor Rêxistina Hengawê bo Mafên Mirovan, ew heft welatiyên Kurd ji aliyê desthilata Îranê ve bi “têkdana ewlehiya giştî ya dewletê, derbaskirina sînoran bi awayekî ne qanûnî, çêkirina koktol molotfan, çêkirina çekan û hilgirtina fîşekan li cem xwe” hatine tohmetbarkirin.

Hatiye ragihandin ku Dadgeha Tawanan a Pîranşarê bi giştî “cezayê 15 sal zîndanê, lêdana 160 qamçiyan û dayîna hin pereyan” li wan heft kesan birriye.

Teha Resûliyan, Sîna Deşmîr, Ehmed Ebdullahpûr, Muhsin Qadirî, Çiya Şehîd Eqdem, Ebdullah Qenberîwend û Mehmûd Qenberîwend destpêka zivistana sala 2022an hatibûn desteserkirin û paşê bi merc û bi danîne rehîneyê bi awayekî demkî hatibûn berdan.

Li gor rêxistinên mafên mirovan, Ebdullah Qenberîwend û Mehmûd Qenberîwend xwedî pêwîstiyên taybet in û Teha Resûliyan jî çalakvanekî sivîl û hunermend e.

Pustên heman beş