Li Dîlokê bi hinceta PKKê 3 kes hatin desteserkirin

gaziantep-pkk-dilok

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “PKK”ê 3 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Dîlokê ragihand, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ji bo desteserkirina 3 kesan operasyon hat kirin.

Di operasyonê de bi hinceta “endamê PKKê” ne 3 kes hatin desteserkirin. Kesên ku hatine desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Dîlokê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş