Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, 3 şervanên wan li rojavayê Dêrezorê di êrişekê de birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê Di daxuyaniyê de ragihand, îro di demjimêr 00:10an de hêzeke wan li ser rêya Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrezorê rastî êrîşeke çekdarî hat.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin, di encamê de 3 şervanên HSD’ê birîndar bûn û li gorî lêkolînên destpêkê, ev êrîş ji aliyê şaneyên DAIŞê ve hatiye kirin.