Macid Şingalî: Heşdî Şeibî rê nade rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin

Macid Şingalî: Heşdî Şeibî rê nade rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Macid ragihand, rêkeftina Şingalê ber bi aliyekî din ve diçe û Heşdî Şeibî rê nade rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî radigihîne, hikûmeta Iraqê pabendî rêkeftina Şingalê ye û got: “Li Şingalê çekdarên neqanûnî hene ku li dijî rêkeftinê ne. Em pabend in bi vekişîna hemû hêzan ji Şingalê, ji bilî polîs û artêşê.”

Di vê derbarê de Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Mecîd Şingalî ji K24ê re got: “Qasim El-Arecî kesekî pir erênî ye. Ez bawer nakim rêkeftin di hefteyekê de were cîbicîkirin. Heşda Şeibî niha hewla avakirina du lîwayên din dide.”

Macid Şingalî anî ziman, gelek dewlet destêwerdanê di mijara Şingalê de dikin û Îran jî piştgiriya mana PKK û YPŞ’ê li Şingalê dike. Îran dixwaze ku “Hîlala Şîe” li Diyala, Kerkûk, Neynewa, Şingal û Sûriyê bimîne.

Macid Şingalî got: “Hêzên PKK’ê bi alîkariya Heşda Şeibî, YNK û Îranê dixwazin Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Şingalê derkeve. Lê belê ev hemû nikarin vê yekê bikin, ji ber ku gelê Şingalê piştgiriya PDKê dike.”

Wî endamê parlamentoya Iraqê got, divê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di zûtirîn dem de pirsa Şingalê çareser bike û rêkeftina Şingalê cîbicî bike.

Pustên heman beş