Polîtburoya PDK û YNK’ê li ser pirsa encamdana hilbijartinê dicivin

Polîtburoya PDK û YNK’ê li ser pirsa encamdana hilbijartinê dicivin

Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin û derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêjan bikin.

Ev civîna PDK û YNK’ê piştî wê yekê tê, roja 16ê vê mehê şanda her du partiyan li baregeha Polîtburoya YNK’ê li Silêmaniyê civiyan û di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, “Her du alî biryar dan ku weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke libar di warê qanûnî û siyasî de, bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên ku li herêmê hene.”

Piştî destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo diyalog û yekxistina navmala Kurdî, civîn û danûstandinên di navbera partiyan bi taybetî YNK û PDK’ê de, ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de hatin kirin.

Di vê çarçovê de jî, roja Înê 19ê Gulana 2023’an, her du dezgehên helbijartinan yên PDK û YNK’ê, li ser pirsa sererastkirina yasaya hilbijartinan û aktîvkirina Komîsyona Bilind a Helbijartin û Rapirsiyê bi Seroka Parlamento û Cîgirê Seroka Parlamentoyê civiyabûn.

Pustên heman beş