Du gerîlayên berî salekê li Metînî hatine kuştin, eşkere bûn

pkk-gerila-metin-info

Rêxistina PKKê nasnameya du çekdarên xwe eşkere kir ku salekê berê li çiyayê Metînayê ketibûn ber êrîşên balafirên şer û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 21/5/2023 nasnameya du çekdaran eşkere kir ku li 10 kanûna 2022 li çiyayê Metînayê ketbûn ber êrîşên balafirên dewleta Tirk û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê derbarê van çekdarên xwe yên bi navên Serdar Sumbul ji Erzerûmê û Zîrek Luqman ji Dozxûrmatû ya li Başûrê Kurdistanê, gotiye ewan bi ruhê fedayî yê Apo şer kirin, ew mirin, ew layîqî Apo derketin.

Bi hezaran zarokên Kurdan yên ku ji sala 2016ê ve di nava PKKê de hatine kuştin û mirina wan nehatiye ragihandin mane, PKKe her roj wêneyên komên wan li medyaya xwe parvedike û li ser di nivîsîne me hevalên xwe fedayên Apo wenda kirin.

Pustên heman beş