MITê berpirsê ragihandina PKKê kuşt

Emre-Şahîn--pkk-gare-turkey-info

Îstixbarata Tirkiyê îro ragihand wan berpirsê ragihandina rêxistina PKKê kesê bi navê Emre Şahîn li Başûrê Kurdistanê kuştîye.

Ajansa Anadol a dewleta Tirk îro roja duşemî 22/5/2023ê belav kirîye ku berpirsê ragihandina PKKê Emre Şahîn ê bi kodnavê Rodî di operasyonekê de li çiyayê Garê kuştine.

Her wiha destnîşan kir, Emre Şahîn li wê demê hatîye armanc girtin wexta derbasî çiyayê Garê dibû.

Emre Şahîn ji kesên nêzî Murat Karayilan e li ser rêbazên nihênî ên ragihandina PKKê dixebte, di operasyona MITê de bi pasewanê xwe re hat kuştin.

MITê di 4ê gulanê da li çiyayê Garê kuştina Ehmed Gumuşê berpirsê meşqa hêzên PKKê û di 5ê gulanê da jî Nêçîrvan Sevenû berpirsê hêza lojîstîk ya taybet ragihandbû û di 7 gulanê da kuştina berpirsê hêza taybet Zerdeşt Karadenîz ragihandbû, her wiha di 10 gulanê de kuştina Demîr Behrî berpirsê hêza taybet ya tîma hewavanîyê, li heman rojê berpirsê poste û gihandinê yê hêzên taybet yê PKKê Muslum Urper di êrîşeke MITê de hatiye kuştin, her wiha li 13 gulanê jî Heyder Demîr berpirsiyarê giştî yê eyaleta Holê kuştbû.

Pustên heman beş