HPGê nasnameya du çekdaran eşkere kir

pkk-nesta-gerila-info

HPGê baskê leşkerî yê PKKê nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li gulana îsalê li herêma Bestayê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja duşemî 23/5/2023 nasnameya du çekdarên rêxistinê bi navên Mihemed Şakir ji Wanê û Dîcle Yemen ji Colemêrgê, aşkere kir ku li 16 gulana îsalê li herêma Besta ya li Bakurê Kurdistanê ji hêla artêşa Tirk ve hatbûn armanc girtin.

PKKe her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan li medyaya xwe parvedike, piranî jê li sal û mehên berê hatine kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike.

Li gorî agahiyên ber destê Darka Mazî bi hezaran ciwanên Kurdan mane ku PKKê dane kuştin û hêjan mirina wan aşkere nebûye.

Pustên heman beş