Tirkiyê endameke Komîteya Navendîya PKK’ê kuşt

Tirkiyê endameke Komîteya Navendîya PKK’ê kuşt

Rêxistina PKK’ê, îro kuştina endameke Komîteya Navendî ya rêxistinê eşkere kir ku ji hêla artêşa dewleta tirk ve hatiye armanc girtin.

Rêveberiya PKK’ê îro roja çarşemî 24/5/2023 bi daxuyanîyekî kuştina endama Komîteya Navendî ya Rêxistinê û fermandara YJA-Starê ya bi kod navê “Leyla Sorxwîn” eşkere kir.

Destnîşan kir, Leyla Sorxwîn li 23 çileya îsal 2023’an li herêma Bestayê ya li Bakurê Kurdistanê ji hêla artêşa dewleta tirk ve, hatiye armanc girtin û jiyana xwe ji dest da ye.

Leyla Sorxwîn kî ye?

Navê wê “Hamiyet Yalçinkaya” bi kodnavê “Leyla Sorxwîn”, li Amedê ji dayik bûbû û li sala 1993’an tevlî PKK’ê bûye, li her yêk ji Amedê, Botanê, Zagrosê û Garê erk wergirtine, herî dawî ev erk û berpirsyarî hebûn:

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê.

Endama Meclîsa PAJKê.

Endama Konseya Fermandarîya HPG’ê.

Fermandara YJA-Starê.

Li gorî daxuyaniya PKK’ê ew li 22 Çileya îsal bi 6 çekdarên din yên rêxistnê re ji hêla artêşa Tirkiyê ve, li herêma Bestayê hatine armanc girtin, lêbelê paş derbasbûna demek dirêj ji nûve rêxistinê îro mirina wê îfşa kir.

Pustên heman beş