Artêşa Iraqê planekî ewlehiyê ya nû li kampa Mexmûrê cîhbicîh dike

Artêşa Iraqê planekî ewlehiyê ya nû li kampa Mexmûrê cîhbicîh dike

Çavkaniyekî ewlehiyê aşkera kir, di wan çend rojên dawiyê de çend carekê tengezarî heta asta pevçûnê di navbera rûniştvanên kampa Mexmûr û artêşa Iraqê de pêkhat. Sedem jî ew e ji ber artêşa Iraqê re ferman hatiye dayîn, plana ewlehiya taybet li kampa Mexmûr cîhbicîh bike.

Herwaha diyar kir, zanyarî hene ku di çend rojên borî de hewla kolana xendeqan li dora kampa Mexmûr hatibû dayîn, ji îro û pê ve jî artêşa Iraqê plana ewlehiya nû cîhbicîh dike û bi dozeran axê li dora xendeqan wek şûrekê bilind dike, piştre jî burcên radar û kamerayên termal dê bicîh bike ku bi hemû cureyekî kontrol bike.

Heman çavkaniya leşkerî aşkera kir, li gor raportekî saziya îstixbarata Iraqê, du hezar ciwanên xort û keç ji aliyê PKKê ve û di nav kampa Mexmûrê hatine xapandin û ji Qendîl, Şingal û Rojavayê Kurdistanê re hatine şandin û beşek ji wan heta naha di şerên PKKê de tên kuştin.

Heman çavkaniyê teqez kir, kampa Mexmûrê kampeke sivîle û êdî di asta navnetewî û rêxistinên navnetewî yên wek Netewên Yekbûyî de ew yek nayê pejirandin ku kampeke sivîl bibe cîhê çalakiyên çekdarî û perwerde û rahênana grûpên çekdar. Ji ber wê jî plana ewlehiyê ya nû li kampê tê cîhbicîh kirin.

Pustên heman beş