Hêzên ewlehiya Îranê duh bi şev li sînorê Hengejale ya ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberên kurd berdan û kolberek birîndar bû. Herwaha çend roj berî naha jî li sînorê Newsûd jî hêzên ewlehiya Îranê gule li kolberan berdabû û 2 kolber jî li wê derê birîndar bibûn.
Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw duh 24.05.2023yê bi şev demjimêr 22:30ê hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Hengejale ya ser bi Bane gule li kolberan berdane û di encamê de kolberekî bi navê Soran ê kurê Kerîm û xelkê gundê Xoryawa ya ser bi bajarê Bane birîndar bû.
Li gor çavkaniyekî agahdar ji Hengaw re ragehandiye, birîna wî kolberî giran e û li nexwaşxaneya Selahedîn Eyubî ya bajarê Bane di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Ji aliyê din ve roja 16ê mehê hêzên ewlehiya Îranê li sînorê bajarê Newsûd ê li gel Başûrê Kurdistanê jî gule li kolberan berdane û di encamê de 2 kolberên din bi giranî birîndar bûne.
Hat ragehandin nasnameya yek ji wan birîndaran navê wî Emîr e û xelkê gundê Demyo ya ser bi bajarê Şewlawa ye, lê navê birîndarê din nehatiye zanîn.