Êzdî di bin fermaneke nû de jiyan dikin

Êzdî di bin fermaneke nû de jiyan dikin

Rewşa Êzdiyan li Şengalê pir xerab e, roj li pey roj ber bi xerabtirbûnê ve diçe û dikeve bin xeteriyên bêtir de, sedema sereke jî Hikûmeta Îraqê bi xweye ku Şengal û Êzdî paşguhkirine û ew di bin rehma mîlîşyayên Heşda Şebî û hevkara wan PKK’ê de bi cî hiştine, niha bi tenê du bijarde li himber gelê me yê êzdî hene, yan wê careke din aware bibe û nava konan de jiyan bike, yanjî wê di bin desthilata grûpên mîlîşya û çekdarên hov de jiyan bike ku ev bi xwe jî fermaneke dine.

Hikûmeta Îraqê li himber rewşa Êzidiyan berpirsyare, ji ber ku tu car Hikûmeta Îraqê bi erka xwe ya mirovatî û exlaqî li himber Êzidiyan ranebûye û tu caran nexwestiye Êzidiyan ji vê rewşa nexweş rizgar bike, ji ber vê yekê bi dehan êzidî yên bûy qurbaniyên siyaseta şaşa Îraqê û grûpên derqanon.

Bi tumetên sexte weke pêdana agahiyan bi dewleta tirk PKK’ê çendîn êzdî zindanî kirine

Bombebaran kirina baregehê PKK’ê yê li Xanesorê li roja 23/5/2023’an belgeyek zelale li ser xerabiya rewşa Êzidiyan di bin desthilata PKK’ê de, her dema dewleta tirk ciyekî bombebaran dike, piştre PKK’e hejmarek ji Êzidiyan bi sûça pêdana agahiyan bi dewleta tirk û bêy tu belge û bêy biryara dagehê desteser dike, wan îşkence dike û bi darê zorê îtîrafê bi wan dide kirin ku alîkariya Tirkiyê kirine.

Dema li roja 25/5/2023an firokeyeke Tirkiyê baregeheke PKK’ê li navçeya Xanesorê kirî armanc, PKK’ê weke hercar hejmarek ji Êzidiyan bi sûça pêdana agahiyan bi dewleta Tirkiyê desteser kirin. Ev ne cara yekeme PKK’e bi vî awa tev digere, pêş niha jî çendîn kes bi sûçên bê binema desteser kirine û ew îşkence kirine, mînaka herî berbiçav jî desteserkirina “Seîd Aşûr”e ku piştî bombebarana baregeheke PKK’ê hatiye desteserkirin û bi kuştin dayîn.

Çîroka Seîd Aşûr bi vî awa ye:

“Seîd Aşûr Ebdulla” nîştecyekî Şengalê ye, ew ji Hoza El-Dexî ye, li Xanesorê bicî bûbû, karmendê rêkxirawa MAG ya hilgirtina mîn û teqemeniyan bû, keskî dûr bû ji karên siyasî û armanca wî bi tenê dirustkirina jiyanek xweş ji zarok û malbata xwe re bû, lê bû qurbanîyê siyaseta dujminkarane ya PKK’ê.

Dema di roja 16/5/2023an de balafirên Tirkiyê baregehê PKK’ê yê li Xanesorê bombebaran kirî, PKK’ê Seîd Aşûr û çend wilatiyên din ji şêniyên Xanesorê bêy fermana dadgehê desteser kirin, paş derbasbûna du rojan tev girtî serbest tên berdan lê Seîd Aşûr azad nekir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, malbata Seîd Aşûr serî li saziyên ser bi PKK’ê li Şengalê dan û daxwaza ji wan kir Seîd jî serbest berdin, lê belê PKK’e razî nebû Seîd Azad bike û gef li malbata wî xwarin, piştre PKK’ê Seîd şand zindanekê li gundê Xelef Qasm bir û li wir ew bi awayekî hovane îşkence kir heya ku îtiraf bike, lê bi t awa Seîd îtiraf nekir, wî her tim ji PKK’ê re digo ez bêy gunehim û min çi sûç nekirine.

Seîd li roja 23/5/2023an di êrîşa balafirên şer yên dewleta Tirkiyê li ser baregeheke PKK’ê ku zindanek biçûk jî têdeye bû qurbanî û hat kuştin, lê malbata Seîd Aşûr ji ber gefên PKK’ê nikarin rastiya kuştina wî eşkere bikin û ciyekî din wek ciyê qurbanî bûna Seîd bi destê balefirên Tirkiyê didin nîşandan.

Li virr çendîn pirsên cewherî ser hil didin:

Gelo çewa dibe li ber çavê saziyên hikûmeta Îraqê PKK’e bi kêfa dilê xwe kesên sivîl desteser bike ? Gelo rola saziyên ewlehî yên hikûmeta Îraqê li Şengalê çî ye? Hebûna dadgehê li Şengalê çi wateya xwe heya dema bêy fermana dadgehê PKK’e bi kêfa dilê xwe kesên sivîl desteser bike? Gelo bi rastî jî bi kîjan yasayê kesên “Sûrî û Tirk” li Şengalê çek hildigirin û wilatiyên Îraqê desteser dikin û wan îşkence dikin? Ev ew pirsin ku gelê me yê bi romet yê êzdî ji hikûmeta Îraqê dike.

Pustên heman beş