HDP: Emê di gera duyem a hilbijartinê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu

HDP: Emê di gera duyem a hilbijartinê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk (YSP) îro di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya ji bo hilbijartina gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê aşkere kirin.

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar û berdevkên YSPê Çigdem Kiliçgun û Ibrahîm Akin îro li Navenda Giştî ya HDP’ê di daxuyaniyekê de ragihandin, ew dê di gera duyem a hilbijartinê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Hevseroka HDPyê Perwîn Buldanê got: “Em ê di 28ê Gulanê de ligel milyonan kesan hêviya serkeftinê mezin bikin. Em ê bêkemayî biçin ser sindoqan û hemû bi hev re rejîma yekmirovî biguherînin. Em ê bi rijdî li ser têkoşîna xwe berdewam bin. ”

Buldan got jî: “Erdogan tu carî ji bo me nabe bijardeyek.”

Ji aliyê xwe ve Mîthat Sancar jî got: Me tercîha xwe ji bo guhertina rejîma qesrê kir. Em vê tercîh û polîtîkaya xwe bi heman biryardariyê didomînin.”

HDP û Partîya Çep ya Kesk di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî dabûn berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel Kemal Kiliçdaroglu.

Pustên heman beş