Merîwan Qeranî: şêniyên kampa Mexmûrê ji PKK bêzar bûne

Merîwan Qeranî: şêniyên kampa Mexmûrê ji PKK bêzar bûne

Endamekî komîteya asayîş û berevaniyêya mecilsa nûnerên Iraqê dibêje, welatiyên sivîlên kampa Mexmûrê ji kiryarên neyasayî yên PKKê bêzar bûne û pêşwaziyê li her hewleke ji bo bidawîkirina serweriya PKKê li ser kampa xwe dikin.

Îro roja pêncşemî 25/5/2023an, Merîwan Qeranî endamê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “ji destpêka vê heftiyê ve supayê Îraqê li ser fermana Mihemed Şiya Sûdanî, fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê, bi merema telbendkirina kampa Mexmûrê ketine tevgerê, lê belê li gor agahiyên me Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) bi du awayan astengî li ber serkeftina vê planê çêkiriye, ya yekem: Zext li gelê sivîl yê Mexmûrê kiriye û bi gef û tehdîda ew neçar kirine li dijî vê hewla supayê Îraqê bisekinin! Di demekî de gelê sivîlê Mexmûrê bi xwe ji destê PKKê û karên wê yên neqanûnî û revandina zarokan bêzar û perîşanin. Ya duyemîn: hinek ji çekdarên PKKê yên ku li kampa Mexmûrê berpirsên perwerdeya çekdarî ya xelkê sivîlin, xwe weke sivîl didin nasîn û di dema kombûna sivîlan de hewl didin êrişî hêzên ewlehiyê bikin û aloziyê çêkin.”

Da zanîn jî, kampa Mexmûrê ji roja ku ji bo parastina canê xuşk û birayên kurd li Bakurê Kurdistanê hatiye damezrandin, kampeke sivîlan bû û ewlehiya sivîlan ji berjewendiyên tengên hizbî giringtire. Loma “ji vir em piştevaniyê li her hewlekî dikin ku ji boy parastina ewlehiya rûniştvanên vê kampa sivîlan bê avêtin. Berevajî vê yekê, em li dijî her hewildana bikaranîna van kesan ji bo berjewendiyên tengên hizbî, xapandin, çekdarkirin, veguhertina kampê bo navendeke perwerdeya çekdarî û revandina zarokan e, û divê bi tundî sînorek ji wan kesan re bê dayîn yên ku van karan dikin”.

Merîwan Qeranî tekez kir, ji xeynî kampa Mexmûrê, rewşa Kerkûk û Şengal û tev navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya herêma Kurdistanê, wê demê wê aram be ku hêzên der qanûn di van navçeyan de bên çekkirin û derkirin û lihevhatina di nêvbera her Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal a Îraqê di derbara rewşa wan navçeyan bê cîbicîkirin, ji ber ku “mana rewşa wan navçeyan bi vî awayê niha, dibe sedema zirermend bûna zêdetira kesên sivîl.”

 

Pustên heman beş