Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li sînorê Germiyan û Xaneqînê, dest bi operasyoneke berfireh a ji çend aliyan ve li dijî çekdarên DAIŞê kirin.
Îro şemiyê 27ê Gulana 2023an danê sibê operasyoneke berfireh li mîhwera Germesêr, Xaneqîn û Xurmatûyê li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kir.
Her yek ji lîwayên 3 û 5 û 17 yên ser bi Wezareta Pêşmerge û çend lîwayên artêşa Iraqê di operasyonê de beşdar in.