PKKê 4 ciwanên Kurd dan kuştin, yêk jê ji Hewlêrê ye

pkk-zarok-kurd-kurdistan-erbil-hewler-info

Rêxistina PKKê 4 ciwanên din yên Kurdan dan kuştin yêk jê ji Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja pêncşemî û înî 25 û 26/5/2023 nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir ku li 5 û 10î vê mehê li çiyayê Garê û devera Avaşîn ketine ber êrîşên balafirên keşfê û jiyana xwe ji dest da ne.

Navên wan wisaye:

Adil Elî ji Hesekê.

Ehmed Îlhan ji Bidlîsê.

Basil Ehmed ji Kobanîyê.

Diyar Xoşnaw ji Hewlêrê.

PKKê ev 4 ciwan jî weke bi hezaran rêhevalên wan hêjan di temena zaroktiyê de revandine û ji boy serokê rêxistina xwe Apo kirine qurbanî, di pesnê wan de jî dîsa gotiye fedayê Apo bin.

PKKe her roj wêneyên komên zarokên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, zarokên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatine revandin û bi destê artêşa dewleta dagîrker dane kuştin û hêjan jî mirina piranîya wan veşartî hiştîye.

Pustên heman beş