Çeteyên PKK’ê li Qamişlo zarokeke 13 salî revand

Çeteyên PKK’ê li Qamişlo zarokeke 13 salî revand

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Hêzên Sûriya Demoqratîk HSD’ê, zarokeke 13 salî revand.

Zarok bi mebesta leşkeriya neçar hatiye revandin, weke bi sedan zarokên revandî çarenivîsa wê ne diyar e.

Dayîka zaroka 13 salî di daxuyaniyekê de eşkere kir: Keça min Peyal Mihemed Salih Eqîl dema ji ezmûnên xwe vedigeriya ji aliyê ciwanên şoreşger ve hat revandin.

Dayîka Peyal da zanîn jî: Wan ji min re vîdiyoya wê şand, tê de dibêje ku bi razîbûna xwe tevlî bûye, lê min ey yek red kir, ji ber ku hîn zarok e.

Dayîkê tekez kir ku çiqas hewl da xwe bigihîne wê, lê hewl bê sûd bûn, dezgehên PYDê, kongira Star û nivîsgehên peywendîdar red kirin ku ez peywendiyeke telefonî pê re biaxivim.

Dayîka cerg şewitî daxwaza vegerandina keça xwe dike, lê guhên rayedarên PKK’ê li rojava weke hercar kerr bûne û gaziya vê dayîkê nagihe guhê wan.

Pustên heman beş