Enistîtyoya Waşnigton: Zora HSDê reveke bi kom li Rojava Kurdistanê çêkirî ye

Reva-bi-Kom-ciwan-hsd--info

Enistîtyoya Waşnigtonê ya siyaseta Rojhilata navîn ragihand, ji herêmên Hêzên Sûryaya Demokratîk “HSDê” reveke bi kom ya ciwanan ji ber leşkerkirina bi darê zorê tê jiyan kirin.

Enistîtyoya Waşnigton bo siyaseta Rojhilata nêzîk di raporekê de bal kişand ser rewşên reva bi kom ya ciwanan ji herêmên di bin kontirola Hêzên Surya Demokratîk “HSDê” û rejîma Sûryê de, bi armanca koçberbûnê bo welatên Ewropî û Tirkiyê.

Her wiha eşkere kir di yêk hefte de bi hezaran Sûrî, bi taybetî ji ciwanan, ji deverên Hêzên Surya Demokratîk û rêjîma Sûryê derbasî herêma Serê Kaniyê ya li Kurdistana Sûryê bûne, berî ku piranya wan ber bi tirkiyê ve biçin.

Enistîtyoya Waşnigtonê amaje dike ku tevî leşkerkirina bi darê zorê, nebûna derfetên karî jî sedemeke din a serekeye ji boy reva bi kom ya ciwanan.

Pustên heman beş