Artêşa Tirk malên welatiyên Zirganê bombebaran kirin

Zirgan-rojava

Artêşa Tirk li nêzî xeta temasê li gel HSDê, bi çeka girin li malên hemwilatiyên bajarê Zirganê reşandin yên ku piştî dagîrkarîya 2019 ê koçber bûyn.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir ku artêşa Tirkiyê duh roja çarşemî 31/5/2023 bi çeka giran hejmareke malên welatiyên Zirganê û kûn û zeviyên wan yên çandiniyê û bîrên avê bombebaran kirin.

Destnîşan kir, ew mal vala ne û xwediyên wan ji sala 2019an ve anku piştî dagîrkerîya Tirkiyê ya li ser Rojava Kurdistanê koçber bûne.

Serokkomarê Tirkiyê di bangeşeya hilbijartinên 14 gulanê de soza dewama operasyonên dersînor kirbû û ev dema 3 roja ne ger û manorên leşkerî yên artêşa Tirkiyê û çetên wan yên li Bakurê Rojhilata Sûryê tîn dîtin.

Pustên heman beş