Sê çekdarên PKKê hatin kuştin

pkk-gerila-hpg-turkey-army-kurd

Dewleta Tirkiyê îro eşkere kir, wan 3 çekdarên PKKê li çiyayê devera Licê ya Amedê, di operasyonekê de kuştin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Anadolê îro roja şemî 3/6/2023 parvekirine, di operasînekê de li çiyayê Licê yê navçeya Amedê li Bakurê Kurdistanê, 3 çekdarên PKKê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Di vê derbarê de Suleyman Soylu wezîrê navxwe yê Tirkiyê gef xwarine û li Twitter a xwe nivîsandî ye, em ê heya 29 vê mehê yek “terorîstî” li çiyayên Tirkiyê nehêlin, emê bi helîkopterên ATAK li wan bixin.

Ev gotina Soylu li demekî tê ku piranîya çalakiyên PKKê niha li Başûrê Kurdistanê ne û vê rêxistinê tu çalakîyeka wê ya leşkirî li Bakurê Kurdistanê tune.

Pustên heman beş