Rejîma Îranê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Kawyan Mewlûdîyê 18 salî bi tawana hilgirtina ala Kurdistanê desteser kir.
Li gorî rapora saziya mafên mirovana Rojhilatê Kurdistanê, Kawyan Mewlûdî dema ji Bokanê vedigeriya Mehabadê hat girtin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku piştî girtina Mewlûdî, malbata wî bi hêzên ewlehiyê re pêwendî danî û malbat hatiye agahdarkirin ji ber ku kurê wan ala Kurdistanê hilgirtibû, hatiye girtin. Karwan serdana gora kurê mamê xwe Simko Mewlûdî ku par di xwepêşandanên Mehabadê de bi guleya pasdarên Îranê hatibû kuştin kir û li wir ala Kurdistanê blind kir.
Li gorî hengaw tenê di meha Gulanê de dewleta Îranê 54 kurd girtine.