Rêxistina PKKê îro amara şerê xwe yê saxte ya meha Gulanê ragihand û li gorî wê 54 leşkerên Tirk û 13 Gerîla hatine kuştin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja înî 2/6/2023 amara meha Gulanê ya şer ragihand û eşkere kir di vê mehê de artêşa dewleta Tirk 446 caran êrîşî herêmên Gerîlayan li Başûrê Kurdistanê kirî ye.
Li gorî amara HPGê, di meha Nîsanê de 54 leşkerên Tirk hatine kuştin û 13 Gêrîla jiyana xwe ji dest da ne.
Partiya Karkeran û dewleta Tirk serê hemû mehekê amarên şer radgihînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û tenê vê weke şerekî medyayî yê taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya şer didin tenê şêniyên Başûrê Kurdistanê ne.