Ji PKKê her roj nûçeyên kuştina ciwanên Kurdan

Ji PKKê her roj nûçeyên kuştina ciwanên Kurdan

Rêxistina PKKê îro jî nasnameya du çekdarên xwe yêk jê keç aşkere kir ku ew jî weke bi hezaran rêhevalên wan ji boy Biratîya Saxte ya Gelan bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja sêşemî 6/6/2023 nasnameya du çekdarên xwe yên bi navê Jiyan Ebdulla ji Tirbespiyê û Solad Direxşanî ji Makû aşker kir ku li 20 cotmeha sala rabûrî 2022ê li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk.

PKKê mirina Jyian û Solad jî nêzî salekê li malbatên wan veşart bû û îro hatîye di daxuyanîya raguhandina şehadeta wan de ew fedayê Apo kirine û gotiye ku ew ji boy rêber Apo mirine û layîqî wî derketine.

Rêxistna PKKê her roj nûçeyên mirina keç û xortên Kurdan di medyaya xwe de parve dike, her roj wêneyên komên wan ciwanan parvedike yên ku bi salane mirina wan veşartî hiştiye, Darka Mazî hîn bû ku hêjan bi hezaran ciwan mane PKKê da ne kuştin û hêjan mirina wan îfşa nebûye.

Pustên heman beş