Rêveberê PKK yê berê yê Kampa Lavrion li Silêmaniyê hat sûîqast kirin

Rêveberê PKK yê berê yê Kampa Lavrion li Silêmaniyê hat sûîqast kirin

Duh jî li Silêmaniyê kesek di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Hat ragihandin kesê ku di êrîşa ku serê sibê derdora seat 10.30 an pêk hatî de birîndar bûyî kesek bi navê Huseyîn Arasan e. Arasan îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeya ku Huseyîn Arasan di êrîşa çekdarî de birîndar bûye ji çavkaniyên PKK ê hat dayîn. Herwiha medyaya PKK ê ragihand ku Arasan di sala 1978 an de li bajarê Îzmîrê yê Tirkîyê ji dayik bûye û bi eslê xwe jî xelkê Mêrdînê ye û ji ber sedemên siyasî li Silêmaniyê dijî. Li gor medyaya PKK ê Arasan welatparêzekî sivîl bû.

Agahiyeke din a balkêş di nûçeya medyaya PKK ê de ew e ku çend demjimêran piştî bûyerê û berî eşkerekirina nasnameya kesê birîndar Huseyîn Arasan, medyaya PKK ê ragihand ku Huseyîn Arasan ji aliyê MIT û PDK ê ve hatiye gulebarankirin. Lê medyaya PKK ê eşkere nekir ku çawa gihiştiye vê encamê û ev agahî ji kê girtîye. Lê eger welatparêzekî sivîl be, dibe ku bibûya qurbana kêşeyên civakî, aborî û hwd.

Li goreyî pêzanînên me Huseyîn Arasan ne kesekî normal bû. Kadroyekî PKK ê bû, ji bilî vê, ne kadroyekî asayî jî bû, di yekîneyeke îstîxbaratê ya girêdayî KCK ê de dixebitî.

Dîsa li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî Huseyîn Arasan keseke ku di salên 2000 î û vir ve li Bakurê Kurdistanê li ser navê PKK ê xebat dimeşîne. Li gorî agahiyên ku Darka Mazî ji du çavkaniyên cuda bi dest xistî, Huseyîn Arasan kadroyekî PKK ê ye û di xebatên îstîxbarata PKK ê de cih digire.

Huseyîn Arasan di destpêka salên 2000 î de tevlî PKK ê bûye. li Qendîl û devera Kelareşê(Rojhilat) perwerdeya îdeolojîk û siyasî dîtî ye. Pişt re di nav rêxistina PKK ê ya bi navê YRK ê de cih girt û di rêveberiya saziyên PKK ê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dixebitî ye. Di komîteyên Tevgera Hemwelatiyên Azad, Komîteya Parastina Sivîl, Komîteya Darayî û Bacê de erkdar bûye. Ji ber dozên ku der barê wî de hatine vekirin, demekê hatiye binçavkirin û girtin. Paşê ew derbazî welatê Yewnanîstanê dibe.

Arasan li Yewnanîstanê di kordînasyona PKK ê de cih digire û li Kampa Lavrîonê jî nûnerê siyasî yê PKK ê bûye. Piştre Huseyîn Arasan ji bo perwerdeyê di kêşin Qendîlê.

Dûv re PKK wî di nav yekîneya îstîxbaratê ya bi navê NLP (Navenad Lekolinen Politik) de bi cih dike. NLP rêxistina Îstixbarata PKK ê ye û Cemîl Bayik bi xwe serperştîya wê dike. Huseyîn jî li wir tê peywirdarkirin ku bi karkerên Bakur re têkilî çêbike, bac bistîne û îstîxbaratê kom bike… Lê gelo Arasan ji bo kesekî bi rastî girîng bû hat armanç kirin, an ji ber ku hedefekî hêsan bû hat lêxistin, an jî pirsgirêkek din hebû? Ev pirse ne hemû jî cihê guman ê ne. Lê tê zanîn Arasan di îstîxbarata PKK ê de dixebitî. Huseyîn Arasan di heman demê de berpirsê saziya bi navê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de jî bû. Jixwe Huseyîn Arasan li ber derîyê vê saziyê tê sûîqast kirin. Hêjayî gotinê ye ku ev komele bûye navnîşana kesên bakûrî yên ku li Silêmanîyê têne sûîqast kirin. 

PKK ê heta niha jî di derbarê pêwendîyên xwe yê bi Huseyîn Arasan re ti daxuyanî nedaye. PKK hewildide ku Huseyîn Arasan weke kesekî sivîl nîşan bide. Çapemeniya PKK ê hêj derbarê kesê hatî kuştin û nasnameya wî de ti agahî nedayî, yek ser PDK ê weke berpirsê vê cînayetê destnîşan dike. Lê di van çend salên dawî de hemû kadro û serkirdeyên PKK ê li Silêmaniyê hatine lêxistin û hemû êrîşên hewayî jî li gundewarên Silêmaniyê rû didin, gelo çima PKK vê pirsê ji xwe nake?

Pustên heman beş