Rêxistina PKKê her roj ciwanên kurdan bi kuştin dide û dibêje fedayê Apo bûn, îro jî nasnameya du çekdaran ragihand ku di eynî rê de berê wan daye mirinê.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja şemî 10\6\2023 nasnameya du çekdarên din aşkere kir ku li destpêka vê mehê li gundewarê Amedê li Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan îfşa kirî ye.
HPGê weke tev çekdarên xwe di pesnê van çekdarên xwe yên bi navê Dîlan û Vedat de gotî ye: Ew layîqî Apo derketin.
PKKe her roj wêneyên komîn ciwanan li medyaya xwe parvedike, piranî jî li salên berê hatine kuştin û hêjan mirina wan eşkere nekirî ye, PKKe di pesnê tevan de dibêje ew ji boy Apo mirine, ne ji boy Kurdistanê!.