Du leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

turkey-army-net

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê îro ragihand ku du leşkerên wan li Başûrê Kurdistanê di teqîna bombeyeke PKKê de hatine kuştin.

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê îro roja yekşemyê 11/6/2023ê ragihand, di teqîna bombeyeke PKKê de du leşkerên wan birîndar ketin û piştre li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta berevaniyê nasnameya leşkerên ku hatine kuştin wisa daye diyar kirin:

Pisporê pyade çawîş Xelîl Şahîn.

Çawîşê pyade Cem Ehmed Kaya.

Wezareta berevanîya Tirkiyê li Twitter a xwe wêneyên wan parvekirine û tenê gotî ye ku ew li herêma operasyona Pence Kilîtê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê, operasyoneke bejahî û asmanî li nîsana sala 2022ê bi navê Pence Kilît li herêmên “Metîna, Zap û Avaşîn – Basyanê” destpêkirbû.

Pustên heman beş