PKK’ê keçeke Kurd li Helebê revand

PKK’ê keçeke kurd li Helebê revand

Mîlîşyayên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ku di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kar dike û rasterast fermanan ji Qendîlê werdigire keçeke kurd li bajarê Helebê revand.

Li gorî agahiyan mîlîşyayên bi navê “Ciwanên Şoreşger” Robîn Ibrahîm Qaso ya 18 salî, Çarşema bûrî, 7ê Hezîrana 2023 ji taxa Şêx Meqsûda Helebê revandiye.

Robîn Ibrahîm Qaso jidayîkbûya 2005, ji şêniyên gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawaya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanêye.

Robîn Ibrahîm Qaso dema ji karê xwe vedigeriya hat revandin û bo leşkeriya neçar hatiye birin.

Tevî ku malbata vê keçê serî li saziyên ewlehiyê yên ser bi PYD’ê dan lê belê heya niha ti agahiyek di derbarê keça xwe de nestendiye.

Karê sereke yê rêxistna “Ciwanên Şoreşger” li rojava kurdistanê revandina zarokên kurdan û çekdarkirina wana bi zorê ye di berjewenda PKK’ê de.

Pustên heman beş