Şingal- 90 malbatên din ê penaber îro vegeriyan bajêr

Şingal- 90 malbatên din ê penaber îro vegeriyan bajêr

Rêveberê Koç û Penaberan û Bersivdana Qeyranan li parêzgeha Duhokê ragihand: “Îro 13/6/2023 qonaxa duyem a koçberên bajarê Şingalê ji 90 malbatan pêk dihat, vegeriyane Şingalê û çend malbatên kampa Bîrswî jî çûne Şingalê.

Rêveberê Koçber û Penaberan û Bersivdama Qeyranan li parêzgeha Duhokê Pîr Dayan Cafer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çi biryar bo daxistina kempên awaran nînin û îro qunaxa duwem a awaran ji kempan çûne Şingal heta nûke zêdetir ji 1300 malbatan navên xwe bo vegera Şingalê tomar kirine, hîn hemû neçûne, bi tenê 259 malbat vegeriyane Şingal û rojane hindek penaber navên xwe ji bo vegera Şingalê tomar dikin, lê divê penaber li gorî rêkeftinekê vegerin da tûşî çi karesatan nebin.’’

Herwiha Pîr Dayan dibêje: ‘’Heta niha nêzîkî 337 hezar penaber li kampên Duhokê dijîn, ji ber ku gelek penaber razî bûne vegerin Şingalê.”

Pustên heman beş