KCKê agirbesta bê encam bi dawî kir

pkk vs turkey

Rêxistina PKKê îro raghand wan “Pêvajoya Bêçalaktiyê” ango agirbesa saxte ya ku piştî erdheja 6ê sibatê dabûn destpêkirin, ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dawî kirine.

Konseya PKKê îro roja sêşemî 13/6/2023 daxuyanî da û tê de got ku pêvajoya bêçalaktiyê ya ku piştî erdheja 6ê sibatê ya Bakurê Kurdistanê dabû û di hilbijartinê de hatbû dirêjkirin, bi dawî kir.

PKKê piştî vê biryara bang li hêzên xwe kirbû ku ti çalakîyan li dijî artêşa Tirkiyê nekin.

Di beşeke daxuyanîya KCKê de hatiye ku êdî her kesî hîn baştir dîtiye ku heta faşîzma AKPê-MHPê neyê hilweşandin ti pêşketin çênabe.

PKKê û artêşa Tirk şerê xwe yê saxte anîne ser xaka Başûrê kurdistanê, nuke sedê 90% ya çalakiyên PKKê li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne û ti çalakîya wê li Bakurê Kurdistanê tune.

 

Pustên heman beş