Rêxistina PKKê rojên 11 û 12 gulana îsal 2023 nasnameya 4 çekdarên rêxistinê aşkere kirin ku li sala rabûrî li çiyayê Garê û hin deverên din yên Başûrê Kurdistanê hatbûn kuştin.
PKKê mirina wan veşartî hiştbû û paş derbasbûna salek û mehekê ji nû ve hatîye û mirina wan îfşa kir.
Navên wan wisaye:
Ebdulla Karasac ji Colemêrgê.
Izet Akhan ji ‘Entabê.
Îbrahîm Demîrcan ji Mêrdînê.
Eyvaz Beyaz ji Wanê.
PKKê dîsa di pesnê wan de gotî ye ew ji boy xatirê Apo tevlî refên Gerîla bûbûn û ji boy Apo mirin, loma ew fedayê Apo derketin.
PKKê her roj nasnameya komên ciwanên Kurdan îfşa dike, ciwanên ku di salên berê de dane kuştin, hêjan jî bi hezaran ciwan mane ku mirina wan eşkere nebûye û haya malbatên wan ji wan tune.