Parêzgerê Duhokê ragehand, çekdarên PKKê ji ber çêkirina projeyekî xizmetguzariyê ya li devera Akrê gefa jinavbirina otomobîlan û jinavbirina kompanyayekî xwarine.
Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter roja 14.06.2023yê ragehand: ‘’Piştî ku proje ji kompanyayekî re hatiye dayîn, çekdarên PKKê gefa jinavbirina wê kompanyayê û otomobîlên wan li wan xwariye û ew jî ji bo pirsgirêkekî mezin pêkneyê, me biryar da projeya çêkirina rê ragirin.
Herwaha aşkera kir: ‘’PKK zulmê li xelkê dike, ji ber ew rê ji bo xelkê tê çêkirin û rêyekî leşkerî nîne û ti balefirgehek jî vê navçeyê tine, tenê çêkirina rêye ji bo gundên wê deverê re û pare ji bo wê hatiye veqetandin û proje ji kompanyayekî re hate dayîn û hindek kar jî di projeyê de hatiye kirin. Lê ji aliyê çekdarên PKKê ve gef li kompanyayê hatine xwarin û proje hate ragirtin.’’