Rêxistina PKKê li ser revandin û leşker kirina zarokan li Rojava Kurdistanê berdewame, herî dawî zarokekî din yê Kurd revand û çarenûsa wî nediyare.
Îro, pêncşemê, Tora Mafên mirovan ya Sûryê piştirast kir ku çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ê temen biçûk yê Kurd li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê revand, ji bo ku wî bi darê zorê leşker bike û tevlî nav refên PKKê bike.
Destnîşan kir, çeteyên PKKê zarokê Kurd yê bi navê Selah Yasîn Necim revandin ku temena wî 13 salî ye û çeteyan ew birin kampên tecnîdkirina zarokan li deverê.
Tora mafên mirovan piştrast kirbû ku eger ew zarok bixwazin vegerin nav malbatên xwe, rastî girtin û îşkenceyê li ser destê kadroyên PKKê tên.
Hêjayî gotinêye ku di van demên dawî de PKKê bi navê Ciwanên Şoreşger bi dehan zarok li Rojavayê Kurdistanê revandin da ku bi darê zorê wan leşker bikin.