Şûnwarekî dîrokî ku dîroka wê vedigere zêdetirî 11 hezar sal berê, li parêzgeha Silêmaniyê hat dîtin. Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir, dîtina vî şûnwarî, wê rastiyê îsbat dike ku “em beşeke girîng a resenî, şaristanî û kûrahiya dîrokî ya mirovahiyê pêk tînin”.
Îro Şemiyê 17ê Hezîrana 2023an, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand, tîmeke Zanîngeha Reading a Brîtanî bi hevahengiya ligel Rêveberiya Şûnwaran a Silêmaniyê, cihekî dîrokî dîtine, ku dîroka wê vedigere 11 hezar û 500 sal berê.
Ew şûnwarê dîrokî, dikeve hember şikefta Zerzêw û Qijpapan li ser çemê Rezan, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê. Heval Ebûbekir destnîşan kir, ne tenê ev cihê ku şûnwarê dîrokî hat dîtin, hemû Kurdistana mezin bigerin, bi şûnwarên wisa tije ye û cihê yekem ê dergûşa mirovahiyê ye.
Dîtina vî şûnwarî wek Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir diyar dike, wê rastiyê îsbat dike ku “em beşeke girîng a resenî, şaristanî û kûrahiya dîrokî ya mirovahiyê pêk tînin”.