Malbateke kurd zaroka xwe ya revandî ji nav lepên HSD’ê rizgar kir

Malbateke kurd zaroka xwe ya revandî ji nav lepên HSD’ê rizgar kir

Bi vîyan û rijdbûneke mezin, endamên malbateke kurd karîn zaroka xwe ya revandî ji nav lepên Hêzên Sûriya Demokratîk derxînin û azad bikin, careke din vegerînin nav malbatê.

Beriya çend rojan, Hêzên Sûriya Demokratîk, zaroka kurd Hêvî Mehmûd ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, revand, û ji bo leşkeriya neçar bir.

Malbata zaroka 13 salî, çendîn hewlên xwe ji bo vegerandin û rizgarkirina wê dan, lê bê sûd bûn, xwe li her dezgehek ser bi rêveberiya PYDê ve girtin, û li keça xwe pirsîn, lê her dem bersiv yek bû ku zarok ne li ba wan e.

Jêderên taybet ji bajarê Qamişlo ragihandin ku agahî ji malbatê re çûn ku keça wan li navenda bajarê ciwanan e, bi dehan ji malbatê xwe dane hev û berê xwe da navendê.

Jêderan tekez kir ku li pêşiya navendê girjî û nakokî derketin, malbatê êrîş kir, û hewla rizgarkirina wê bi zorê da, rijdbûna malbatê, HSD’ê neçar kir ku Hêvî ji wan re vegerîne.

Pustên heman beş