Rêxistina PKKê nasnameya ciwanekî din yê Kurd aşkere kir ku 8 salan berê li Başûrê Kurdistanê, daye kuştin û ji nû ve îro mirina wî îfşa kirî ye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 18/6/2023 nasnameya çekdarekî xwe aşkere kir ku li sala 2015an li çiyayê Xakurkê yê li Başûrê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna 8 salan ji nû ve hatîye û mirina wî îfşa kirî ye.
HPGê di pesnê vî çekdarê xwe de ku bi navê Doxan Kiran tê nas kirin û ji bajarê Agiryê yê Bakurê Kurdistanê ye, gotî ye ku ew milîtanekî Apoyî bû, wî xwe fedayê Apo kir û layîqî wî derket.
Partîya Karkerên Kurdistanê rojane wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di salên berê de hatine feda kirin, li gorî agahiyên Darka Mazî, hêjan bi hezaran keç û ciwan mane ku PKKê di meh û salên berê de feda kirine û mirina wan veşartî hiştî ye.