Dadgeha Destûrê daxwaza blokkirina hesabê darayî yê HDPê red kir

Dadgeha Destûrê daxwaza blokkirina hesabê darayî yê HDPê red kir

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê (AYM) daxwaza blokkirina hesabê darayî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji ber hilbijartinan 400 milyon û 228 hezar lîre ketibû hesabê partiyê, red kir.

Li gor nûçeya HaberTurk, Dadgeha Destûrê biryar daye ku pêwîst nake bloke deynin ser hesabê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Serdozgeriyê di daxwaza xwe de bal kişandiye ser wê yekê HDP di van hilbijartinan de neketiye hilbijartinan û ji ber vê yekê, ew pereyê bi qasî 400 milyon û 228 hezar lîre ku wek alîkariya darayî ketiye hesabê HDPê, were blokkirin.

Li gor yasaya Partiyên Siyasî, di dema hilbijartinan de alîkariya darayî ya ji bo partiyan 3 qat zêde tê dayîn, di vê çarçoveyê de bi giştî 600 milyon û 343 hezar lîre alîkariya darayî kete hesabê HDPê, lê belê serdozgeriyê daxwaz dike ku alîkariya darayî ya 400 milyon û 228 hezar lîre, bo xezîneya dewletê were vegerandin.

Pustên heman beş