PKKê nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere kir ku 2 salan berê hatine kuştin û ji nû îro mirina wan ragihandî ye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja sêşemî 19/6/2023 nasnameya 5 ciwanên Kurd aşkere kir ku li sala 2021ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk ya dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna 2 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.
Navên wan wisaye:
Tekîn Okan ji Êlihê.
Emrecan Şahîn ji Colemêrgê.
Dilêr Ruzgart ji Seqezê.
Savaş Abo ji Wanê.
Omer Nezar ji Mûsilê.
PKKê ev 5 ciwanên Kurd weke bi hezaran rêhevalên wan dane kuştin û mirina wan bi salane li malbatên wan veşartî ye.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.