Hevseroka “Kantona Qamişlo” di êrîşa îro ya Tirkiyê de hatiye kuştin

Hevseroka “Kantona Qamişlo” di êrîşa îro ya Tirkiyê de hatiye kuştin

Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş di êrîşa drona Tirkiyê de hate kuştin û cîgirê wê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Droneke Tirkiyê îro otomobîlek li ser rêya gundê Til Şiîr – Biyandor a li rojhilatê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Hat zanîn ku, Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş di êrîşa drona Tirkiyê de hatiye kuştin û cîgirê wê Gabî Şemûn jî birîndar bûye.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro belav kiribû, otomobîlek li ser rêya gundê Tel Şiîrê ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat armanckirin, di encamê de jî 3 kadroyên Rêveberiya Xweser hatin kuştin.

Pustên heman beş