PKKê kurrê Pêşmergeyekî revand

pkk-zarok-bradost-sidekan-info

Çekdarên PKKê zaroyekî 13 salî yê devera Sîdekanê ya li Başûrê Kurdistanê revandin û ew zaro kurrê Pêşmergeyekî ye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, çekdarên PKKê li roja 25/5/2023an zaroyekî temen 13 – 14 salî ji bajarê Sîdekanê revandin.

Eşkere kirin, ev zaro bi navê Mihemed Mehdî Ezîz tê nas kirin û bavê wî Pêşmergeyekî Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê YNKê ye.

Zaroyê ku ji hêla çekdarên PKKê ve hatîye revandin, ji şêniyên gundê Lêtan yê girêdayî bajarê Sîdekanê ye û ji Eşîra Biradostê ye.

Li gorî agahiyên destê me, ev zaro bo dema şevek û rojekê li cem çekdarên PKKê maye û piştre hatîye azad kirin.

Rêxistna PKKê ji boy çêkirna şervanan, pişitbestinê li ser revandina zarokên kurdan ji her çar perçeyên kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistnên navdewletî û yên parastina mafên zarokan ve hatîye tespît kirin.

Pustên heman beş