Armanca sereke ya êrîşa Qamişlo kî bû?

Armanca sereke ya êrîşa Qamişlo kî bû?

Duh li nêzî gundê Til Şeîr ê li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo li dijî wesayîtekê êrîşeke SiHA yên Tirkan pêk hat. Çavkaniyên ser bi PYD ê ve ragihandin ku di wê êrişê de 3 kesan ku 2 jin û yek zilam in jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgirê wê Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dane. Hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Çavkaniyên wekî Hawar News her çendî navê Yusra Derwîş eşkere bikin jî, lê bi rastî tê fikirîn ku kesek din, di wesayîtê de hatiye hedefgirtin.

Ma Liman Şiwêş (Yekbûn Amûdê) hatîye armanç kirin?

Beriya her tiştî tê gotin ku Lîman Şiwêş weke kadroyekî PKK ê rêvebera kantonê ye û hatîye armanç kirin.  Hate diyarkirin ku Lîman Şiwêş di sala 1969 an de li Amûdê ya Rojava ji dayik bûye. Di sala 1988 an de bi PKK ê re têkildar dibe û li Akademiya Mehsûm Korkmaz a Bekaayê perwerdeya siyasî û leşkerî dibîne. Di sala 1990 î de wê dişênin Bakurê Kurdistanê. Piştî ku li gelek herêmên wekî Amed û Garzanê xebitî, di sala 1998 an de careke din vediger Sûriyê. Hat zanîn ku Liman Şiwêş di nav PKK ê de navê Yekbûn Amûdê bi kar aniye.

Tê zanîn ku Şiwêş piştî salên 2000 î di rêxistina ser bi PKK ê PÇDK ê ya Herêma Kurdistanê de û herwiha di nav baskên cuda yên rêxistina Rojava PYD ê de jî kar kirîye.

Yekbûn Amûdê di navbera salên 2019-2022 an de di nava rêxistina jinan a PKK ê Yekitiya Star û Kongre Star de dixebite.

Yekbûn Amûdê ev salek e li Rojava di nava koordînasyona rêxistina jinan a PKK ê PAJK ê de cih digirt.

PAJK ê bi koordînasyona ku afirandiye, kadroyên ku rêveberiya sivîl bi rê ve dibin, mîna mufetîşekî dixebitin. Hate diyarkirin ku Liman Şiwêş (Yekbûn Amûdê) rêvebera sereke ya jinan a Kantona Kamişlo ye.

Lê çavkaniyên nêzîkî PKK ê diyar dikin ku tevî ku Lîman Şiwêş kadroyeke berê a PKK ê ye jî, keseka bi bandor nîne û kadroyekî wasat e. Nayê zanîn çima dewleta Tirk navekî ne diyar ango wasat dike hedef. Û agahîyên çavkaniyên herêmî şika mirov de çêdikin gelo di wesayîtê de kesek din hebû?

Gelo Jina sêyem jî di wesayîtê de hebû?

Çavkaniyên herêmî îdia dikin ku jina sêyemîn jî di wesayîtê de jiyana xwe ji dest daye. Di hin hesabên medyaya civakî yên Erebî de tê gotin di wesayîtê de “jineke por dirêj û wek bakuriyan bi kurdî diaxivî” heye. SOHR ê jî da dîyarkirin ku di wesayîtê de sê jinan jîyana xwe ji dest dane.

Pêgeha Darka Mazî hê ev agahî bi çavkaniyên herêmî re piştrast nekirî ye. Li aliyê din rêxistina Rojava agahiyên manîpule pêşkêşî çapemeniyê dike, gelek caran windahiyan, nav û agahiyên bûyerê vedişêre û agahî têra xwe zelal nake.

Lê dewleta Tirk çawa dikare li Rojava çalakiyên bi vî rengî yên armanckirî pêk bîne, cihê nîqaş û pirse ye. PKK; ew êrişên dewleta Tirk di nava sînorên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike, PDK ê û Pêşmerge tewanbar dike. Dibêje agahî ji hêzên başûr bo Tirkan çûye. Lê belê PKK eşkere nake ka çawa çêdibe li cihekî weke Rojava ku sed sedî bin kontrola wî da ye çawa dewleta Tirk dikare êrişî xebatkarên wan bike. Derbarê van pirs û gumanên gel de PKK-PYD çi daxuyanî belav nekirî ye.

Pustên heman beş