Dadgeha Enqerê doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî red kir

Dadgeha Enqerê doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî red kir

Dadgeha Enqerê doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî red kir. Rêvebirên Komeleya Şêx Seid û parezerên dozê jî dibêjin, ew ê pêvajoya hiqûqî ya diyarkirina cihê gorên nirxên gelê Kurd bidomînin.

Komeleya Şêx Seid; ji bo dîtin û diyarkirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn bidarvekirin; doz li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê vekiribû û daxwaz kiribûm ku cihê gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî bên aşkere kirin. Lê îro li Enqerê dadgehê bi hinceta ku di arşîva wan û belgeyên fermî de agahiyeke wiha tune ye, dozê red kir.

Rêvebirên Komeleya Şêx Seid û parezerên dozê jî li ser medya civakî ragihandin, bêyî ku lêkolîneke bi rêk û pêk bê kirin, doz hatiye redkirin, lê ew ê pêvajoya hiqûqî ya diyarkirina cihê gorên nirxên gelê Kurd, berdewam bikin heta ku encamên hiqûqî bên bidest bixin.

Pustên heman beş