NY: PKK di sala 2022an de zêdetirî hezar û 200 zarok li Sûriyê kirine çekdar

NY: PKK di sala 2022an de zêdetirî hezar û 200 zarok li Sûriyê kirine çekdar

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres diyar dike: “Ez gelek nîgeran im ji bikaranîna zarokan wek çekdar ji aliyê PKKê ve.” Herwiha dibêje: “2 hezar û 407 zarok li Sûriyê bi tundî destdirêjî li ser wan hatiye kirin.”

Neteweyên Yekgirtî belav kiriye, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û berdewamên wê rêxistinê li Sûriyê, di sala 2022an de zêdetirî 1200 zarok li Sûriyê kirine çekdar.

Di raporta salane ya Neteweyên Yekgirtî de bi navê “Zarok di milmilaniyên çekdarî de” amaje bi sala 2022an hatiye kirin û behsa wê yekê hatiye kirin ku PKK û berdewamên wê li Sûriyê, di sala 2022an de zêdetirî 1200 zarok kirine çekdar.

Herwiha hatiye diyarkirin, ku 2 hezar û 407 zarok li Sûriyê bi tundî destdirêjî li ser wan hatiye kirin û 1696 zarok ji aliyê PKK û grûpên din ên çekdar ve hatine çekdarkirin an jî ji bo mebestên din hatine bikaranîn.

Di raportê de amaje bi daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres hatiye kirin ku ragihandiye: “Ez gelek nîgeran im ji bikaranîna zarokan wek çekdar ji aliyê PKKê ve, ez bang li wan dikim ku dawî bi bikaranîna zarokan wek çekdar û mebestên din bînin, hemû zarokên nav rêzên xwe azad bikin.”

Pustên heman beş