Rêveberiya PYDê 11 hezar derbiderên Serê Kaniyê paşguh kirine

Rêveberiya PYDê 11 hezar derbiderên Serê Kaniyê paşguh kirine

Derbiderên Serê Kaniyê û gundewarê Til Temrê di wargehên demkî, di rewşeke zehmet de dijîn.

Li bajarê Til Temrê yê gundewarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, rewşa derbiderên Serê Kaniyê û gundên Til Temrê zehmat e, di jiyaneke pir aloz û xerab de dijîn.

Derbider di wargehên demkî weke dibistan û navendên din de dijîn, bi hatina werzê havînê, jiyan li wan astengtir dibe, hejmara wan derdora 11 hezar derbiderî ye, yên Serê Kaniyê ji şerê 2019an ve reviyane, yên ji gundên Til Temrê ji ber şer û pevçûnên her dem û demekê de berê xwe de navenda bajêr.

Derbider rastî xemsarî û neguhdanê ji aliyê rêveberiya PYDê serbarî rêxistinên mafê mirovan û yên xêrxwazî ve tên, digihe asta ku ava vexwerinê ji berîka xwe dikirin.

Derbarê elektirîk piraniya demê tune ye, lewma ji panke û alavên hênikinên bêpar in, û nikarin bi kar bînin, û eger hebe jî ji ber nebûna avê, nikarin alavên li ser avê weke bi alavên biyabanî navdar in, bi kar bînin.

Derbarê derbiderên gundên Til Temrê bi yek carî nikarin vegerin ser zêdên xwe ji ber ku berdewam şerê HSDê û komên çekdar li wan derveran rû didin, û top û mûşek têne bikaranîn.

Derbider banga xwe digihîn her aliyekî lê ne rêveberiya PYDê û ne jî rêxistinên mirovî bi hawar wan ve diçin.

Pustên heman beş