Tirkiyê sindoqa reş ya PKKê kuşt

Abdurrahman-Çadircî-info

Endamê konseya KCKê Abdurrahman Çadircî di êrîşeka Tirkiyê de li Rojava Kurdistanê hat kuştin, ev kadroyê hêla jûr bi sindoqa reş ya PKKê tê nas kirin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê (AA) yê duh roja înî 23/6/2023an ragihand ku endamê konseya KCKê, yê bi navê Abdurrahman Çadircî bi navê kod Esad Feraşîn di êrîşekî sîhayê de li bajarê Qamişlo hatîye kuştin.

Li gorî agahiyên Darka Mazî cîhê ku Abdurrahman lê hatîye armanc girtin nehatîye diyarkirin, lê goman heye li navbera Til Temrê û Qamşloyê de be û li 20 hizîranê de bûye hedef.

Abdurrahman Çadircî kî ye?

  • Abdurrahman Çadircî bi navê kod Esad Feraşîn, kadroyê PKKê û endamê konseya KCKê ye li sala 1956 li bajarê Urfayê ji dayikbûye.

  • Li sala 1976an tevlî refên PKKê bûye.

  • Çadircî li salên 80 yan de ketîye zîndanê li Amedê, piştî ji zîndanê derketî li dola Beqayê li gel Ocelan perwerde dîtiye.

  • Piştre derbasî Botanê û Bakurê Kurdistanê bûye.

  • Li sala 1997an derbasî Ewropa bûye û li wê derê bû berpirsê kovara Serxwebûn ya PKKê û li heman demê li kordînasyonên PKKê yên Ewropayê cîh girt.

  • Çadircî li sala 2003 vedgere Qendîlê, ji ber ku ew li Ewropa jî ketbû lîsta terorê.

  • Li Qendîlê di komîteya dîplomasî de cîh digre.

  • Li salên 2008 û 2010an di rêveberîya PKKê ya Rûsyayê de cîh digre.

  • Li 2017an derbasî Rojava Kurdistanê dibe.

  • Li 2018an li konseya KCKê tê hilbijartin.

  • Çadircî wek sindoqa reş ya PKKê tê naskirin.

Kadroyên PKKê yên li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku nebin hedefa balafirên keşfê, li gel kesên sivîl û bi otomobîlên sivîl hereketê dikin, ango rêveberên PKKê kes û rêveberên sivîl weke mertal bikartînin, lê dîsa dibin hedef.

Ajansa AA yê dîmenên ku Çadircî tê de hatîye armanc girtin weşandin, PKKê jî li ser vê mijarê heta niha çi daxuyanî neda ne.

PKKe li Başûrê Kurdistanê PDKê bi kuştina kadroyên xwe bepirsyar dibîne, lê li ser rêveberên wan yên li Rojava tên kuştin çi daxuyanîyan nade.

Pustên heman beş