Rêxistina PKKê nasnameya refeke din ya çekdarên xwe aşkere kir yek jê Elman e ku salekê berê li Başûrê Kurdistanê da ne kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand, PKKê di pesnê tevan de gotî ye: Wan îspat kir ku ew layîqî Apo derketin!.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên înî û şemî 23 û 24/6/2023 nasnameya 8 çekdarên xwe aşkere ku li mehên Hzîrana salên 2022 û 2023ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.
HPGê mirina van ciwanan weke bi hezaran rêhevalên wan li malbatên wan veşart û îro hatiye di pesnê wan de bi rû qayîmî dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin, ew ji bo rêber Apo mirin!.
Navên wan wisaye:
Mizgîn Ozer ji Wanê.
Eda Eroglû ji Semsûrê.
Reşît Kiran ji Mêrdînê.
Ahmet Adnan ji Hesekê.
Bessam Mihemed ji Qamişlo.
Kadriye Tetîk ji Ordû.
Thomas Johann Spîess ji Maînbûrg-Elmanya.
Diyako Saîdî ji Sine.
Partîya karkeran her roj wêne û nasnameyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di salên berê hatine kuştin û hêjan mirina wan nehatiye îfşa kirin.
PKKe ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hatiye tesbît kirin.